Pezeşkiyan ê bi Macron re axivî: DYE'yê xiyanet kir
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi xiyanetê sûcdar kir.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re axivî û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi xiyanetê sûcdar kir.
Mesûd Pezeşkiyan bi rêya telefonê bi Emmanuel Macron re axivî û bi zimanekî tund DYE rexne kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokkomariya Îranê ve hate weşandin, Pezeşkiyan helwesta Washingtonê bi "xiyanetê" pênase kir.
Di daxuyaniya Îranê de hate gotin, "Washington ji dîplomasiyê dûr ket û berê xwe da rêya gef, zext û pêkanînan. Ji ber vê yekê jî Îran nikare baweriya xwe bi DYE'yê bîne."
Rêveberiya Tehranê diyar kir ku bi DYE'yê re du caran pêvajoya danûstandinê hate destpêkirin, lê belê herdu caran jî di dema pêkhatina hevdîtinan de êrişên leşkerî li hemberî Îranê hate kirin. Serokatiya Îranê got, "Ev helwest dişibe xiyanetê."
RAGEŞIYA HURMUZÊ
Pezeşkiyan bi dewamî anî ziman ku muzakereyên li ser jinûve vekirina Tengava Hurmuzê, tenê dema ku dorpêça DYE'yê ya deryayî bi dawî bû dikare pêk were.
DYE: EM GIHÎŞTIN ARMANCA XWE
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê Tommy Pigott jî îdîa kir ku di çarçoveya Operasyona Epic Fury de ew gihîştin armancên xwe. Pigott ji qenala Al Jazeera ya ji Qatarê re axivî û îdîa kir ku hêzên Îranê di asteke girîng de hatine lawazkirin.
Pigott her wiha destnîşan kir ku ti welat nikare biryarê bide ku kî wê rêyên deryayî yên navneteweyî bi kar bînin, kî bi kar nîne û li ber girtina Tengava Hurmuzê rabû.
Pigott anî ziman ku Serokê DYE'yê Donald Trump çareseriya dîplomatîk tercîh dike û got, "Trump di mijara ku divê Îran ti carî nebe xwedî çeka nukleerî gelekî cidî ye."
PEYAMA FRANSAYÊ JI BO ÎRANÊ
Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî daxuyanî da radyoya RTL'ê û anî ziman ku Tengava Hurmuzê "Nirxê hevpar ê mirovahiyê" ye.
Barrot got, "Tengavek ne dikare bê astengkirin ne jî weke amûreke şantajê bê bikaranîn" û diyar kir ku heta tengav girtî be divê ti ji pêkanînên li ser Îranê neyê rakirin.
Wezîrê Fransayê her wiha got, keştiya balafiran Charles de Gaulle ber bi herêmê ve diçe û diyar kir ku ev yek sekna parastinê ya Fransayê xurt dike.
SWÎSRE JI NAVBEYNKARIYÊ RE AMADE YE
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê Mélanie Gugelmann jî anî ziman ku welatê wê ji bo hevdîtinên gengaz ên navbera DYE û Îranê amade ye ku malovaniyê bike.
Gugelmann ji ajansa nûçeyan a Rus TASS'ê re axivî û got, "Swîsre her tim amade ye ku piştgiriyê bide hewldanên dîplomatîk ên bi nêta baş." Tê gotin, Cenevre dikare bibe yek ji navendên muzakereyeke gengaz.